Di civîna Civata Wezîran de Mesrûr Barzanî tekezî li yekdengî û parastina ewlehiya Kurdistanê kir

11 December 2024 16:05 0 dîtin
Di civîna Civata Wezîran de Mesrûr Barzanî tekezî li yekdengî û parastina ewlehiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, “Di destpêka rûniştina îro ya Civata Wezîran de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa guherînên bilez ên deverê kir û tekezî li ser yekdengî û parastina ewlehî û seqamgiriya Kurdistanê kir.”

Pêşewa Hewramanî got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotiye: “Guherînên bilez li deverê çêdibin, bila em hemî ji bo niştîmanî û mijarên niştîmanî û metirsiyên li ser Kurdistanê yek bin û yekdeng bin. Eger em li ser pirseke navxweyî hevnerîn nebin, çênabe ku bandorê li ser mijarekê hebe ku rastî me tê û peywendî bi seqamgirî û ewlehiya herêma me re hebe, divê em amade û yekdeng bin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî zimên, “Ev destpêka gotinên îro yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûn di rûniştina Civata Wezîran de û di eynî demê de cîgirê serokwezîr jî hevnerîn û piştevan bû.”

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, bûyerên dawî yên têkildarî mijara mûçeyan û sererastkirina qanûna budceya giştî ya federalî û lîsteyên bi wê qanûnê re yên ji bo sala darayî ya 2025an û herweha bûyer û pêşhatên vê dawiyê yên Sûriyeyê jî mijarên rûniştina îro ya Civata Wezîran bû û danûstandin li ser wan hatin kirin.