Îsraîlê civîna civata wezîran a ji bo dengdana li ser agirbestê bi pas xist
PeyamaKurd – Der barê agirbest û peymana pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hemasê de hat ragihandin de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû daxuyanî da. Netanyahû bi îdiaya ku Hemas hewil dide diyar bike ka di çarçoveya peymanê de dê kîjan girtiyên filistînî bên berdan, Netanyahû got ku heta ku li ser hemî xalan lihevkirinek pêk neyê, kabîne dê necive. Netanyahû îdia kir ku Hemas ne razî ye li dijî raya Îsraîlê ya vetokirina serbestberdana hin girtiyên filistînî.
Hemas: Em pêpendê şertên peymanê ne
Ji rayedarên payebilind ê Hamasê Izet El-Reşik der barê îdiayên Netanyahû da daxuyanî da û diyar kir ku ew pêpendê şert û mercên peymanê ne ku welatên navbeynkar eşkere kiribûn.
Serokwezîrê Qeterê El-Sanî di daxuyaniya xwe ya duh a der barê agirbestê de diyar kiribû ku ger ev peyman ji aliyê kabîneya Îsraîlê ve bê qebûlkirin dê 19ê çileya 2025an, roja yekşemê bikeve meriyetê.
Bendewarî ew bû ku Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê îro danê sibê saet di 11:00 de bicive. Medyaya Îsraîlê ragihand ku civîna kabîneyê hatiye bipaşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin