Amerîka, Îsraîlê bi diziya agahiyên civîna Trump-Hemasê tohmetbar dike

07 March 2025 17:32 0 dîtin
Amerîka, Îsraîlê bi diziya agahiyên civîna Trump-Hemasê tohmetbar dike

PeyamaKurd - Malpera Ynet a girêdayî rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlî ragihand ku berpirsên Hikûmeta Amerîkayê Îsraîlê bi wê yekê tometbar dikin ku, zanyariyên li ser civîna çaverêkirî ya Donald Trump û Tevgera Hemasê dizîbin, ji bo ku danûstandinan têk bidin.

Hikûmeta Îsraîlê dibêje ku ew li ser danûstandinên navbera Amerîka û Tevgera Hemasê nehatine agahdarkirin, ji ber ku beriya niha hewldana lidarxistina civîneke bi wî awayî ji ber guvaşên Îsraîlê hilweşiyabû. Lê belê tê gotin ku dema Amerîkayê biryar da danûstandin berdewam bikin,nexwest Îsraîlê agahdar bike û bêyî şêwra Tel Avîvê biryar da.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, dema berpirsên Îsraîlê bi wan danûstandinan hesiyan, wan Binyamin Netanyahu agahdar kiriye.

Rojnameya New York Timesê jî ji zarê berpirsekî Îsraîlî veguhastiye û dibêje, “Tel Avîvê bi rêya kanaleke din zanyarî li ser wan danûstandinan bi dest xistine.”

Hêjayî gotinê ye, beriya bi rojekê ya hevdîtina Trump û Hemasê, Netanyahu hatiye agahdarkirin û ji ber wê jî Amerîka gumanê dike Îsraîl li pişt wê zanyariyê be.