Mesrûr Barzanî li ser civîna xwe ya li gel Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da

07 January 2025 16:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li ser civîna xwe ya li gel Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser civîna xwe ya li gel serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da. 

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Ez kêfxweş im ku îro li Enqereyê bi serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê dikim. Me rêyên pêşvebirina diyalogê û têgihiştineke hevbeş ji bo rêveçûna geşedanên li Sûriyeyê û her weha Rojhilata Navîn, gotûbêj kirin.”