Mesrûr Barzanî serperestiya civîna dezgehên perwerdehîyê û xwendina bilind kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya Civîna Yemek a Komîteya Bilind a Destûra Akredîtekirina Sazî û Bernameyên Xwendinê û Xwendina Bilind kir.
Hate ragihandin ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku ji bo sazî û bernameyên xwendinê lijneya pêbaweriyê bê damezirandin.
Di civîna ku Cîgirê Serokwezîr Mesrûr Barzanî Qubad Talebanî jî tê de amade bû de, li gor yasayên navneteweyî, bi rêya guncawkirina rewşa herêmê û pêşxistina çanda nirxandinê ya li gor yasayên navneteweyî, armancên desteyê yên ji bo parastina quwalîteya xwendin û xwendina bilind a Herêma Kurdistanê û mekanîzma û pêvanên heyî hatin nîqaşkirin.
Di destpêka civînê de di çarçoveya pirensîbên kar ên pejirandî de armanc, pêngav, pîvan û plansaziya desteyê hate pêşkêşkirin.
Piştî danûstandina nêrînan, encûmena bilind biryar da ku komîteyek ava bike û endamên desteyê destnîşan bike da ku bawerî bi sazî û bernameyên xwendinê û xwendina bilind bê dayîn.
Di dawiya civînê de Sekreterê Giştî yê Komîteyê hat destnîşankirin û plan, stratejî û siyaseta kar a komîteyê hate pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin