Mesrûr Barzanî di civîna yekem a kabîneyê de daxwazek ji wezîran kir

11 July 2019 17:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî di civîna yekem a kabîneyê de daxwazek ji wezîran kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem civîna xwe ya digel kabîneya hikûmetê li dar xist. Serokwezîr Barzanî daxwaz ji wezîrên hikûmetê kir, xwe ji partîtiyê dûr bigirin û tenê di hizra xizmetkirina welatiyan de bin.

Parlamentoya Kurdistanê doh 10ê Tîrmeha 2019an bawerî dabû kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê û piştî sondxwarina Serokwezîr û wezîran kabîneya nû dest bi kar kiribû.

Mesrûr Barzanî di civîna yekem de ku di atmosfereke dostane de hat kirin, daxwaz ji wezîran kir tenê di hizra xizmetkirina welatiyan de bin, xwe ji partîtiyê dûr bigirin û di çarçoveya karnameya hikûmetê de kar bikin.

Yekemîn civîna fermî ya kabîneya hikûmeta Kurdistanê 15ê vê mehê ango roja duşema hefteya bê tê lidarxistin.