Pistî yekem civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî a kabîneyê daxuyanî: Sandek diçe Bexdayê

15 July 2019 16:12 0 dîtin
Pistî yekem civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî a kabîneyê daxuyanî: Sandek diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem civîna desteya wezîrên hikûmeta nehem a herêma Kurdistanê li dar xist.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civînê ragihand, şandeke hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de gotiye sibe şandeke hikûmeta Kurdistanê diçe Bexdayê û dê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.

Mesrûr Barzanî ji tevahiya endamên kabîneyê daxwaz kiriye mal û sermiyana xwe ji Desteya Destpakiya Kurdistanê re eşkere bikin û ferman daye tiştên rutîn li dezgehên hikûmetê nemînin û karûbarên welatiyan gelekî bi lez bên pêkanîn.