Yekem karwanê nefta xav, pistî serdana Serokwezîr ya Bexdayê gihîst Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Yekem karwanê nefta xav, piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re roja 11ê Mijdarê serdana Bexdayê kir û li ser çend mijarên girêdayî pirsên hilawîstî gotûbêj kirin.
Herwiha Wezareta Çavkaniyên Siruştî eşkere kir, nirxê neftê berê 750 dînar bo her lîtreyekê hatibû diyarkirin, serokwezîr daxwaz kir ku ev nirx ji bo welatiyan were kêmkirin, lewma jî Wezareta Neftê ya Iraqê razî bû ku nirxê her lîtreyekê dakeve 500 dînarî.
Hat ragihadin ku wê Wezareta Çavkaniyên Siruştî, wê neftê bi heman buhayî li parêzgehên Herêma Kurdistanê, rêveberiyên xweser û navçeyên cuda yên Kurdistanê belav bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin