Pûtîn pistî serdema nû ya seroktiyê yekem serdana xwe bo Çînê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di navbera 16 û 17ê Gulanê de serdana Çînê dike û bi Serokê Çînê Şî Cinping re dicive.
Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihandiye ku wê Serokê Rûsyayê li ser vexwendina hempîşeyê xwe yê Çînê Şî Cînping di rojên 16 û 17ê Gulanê de serdana Çînê bike.
Kremlînê jî daye xuyakirin, Pûtîn piştî ku careke din wek serokomar hat hilbijartin, wê yekem serdana xwe ya derve li Çînê bike.
Hate diyarkirin ku wê lîderên Rûsya û Çînê di civînê de li ser hemû mijarên girêdayî hevkariya berfireh û danûstandinên stratejîk gotûbêjan bikin.
Herwiha hatiye gotin, wê di hevdîtinê de li ser mijarên rojevî yên navneteweyî û herêmî nêrînên kûr bên guftûgokirin û di encama hevdîtinan de jî tê çaverêkirin, daxuyaniyeke hevpar bê dayîn û hin belgeyên dualî bên îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin