Joe Biden pistî hilbijartinên seroktiyê cara yekem bi hevtayê xwe yê Çînî Jinping re axivî
PeyamaKurd – Piştî Joe Biden wek Serokê Amerîkayê hat hilbijartin, cara yekem bi hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping re, bi rêya telefonê axivî.
Li gor Qesra Spî da zanîn, Biden ji Jinping re diyar kiriye ku armanca wan ya sereke berevaniya aramî, tundurustî û ewlekariya Amerîkiyan e û ew dixwazin ku li Okyanûsa Hînd û li Okyanûsa Mezin jî azadî werin parastin.
Qesra Spî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, her du rêberan li hev kirine ku ew ser pandemiya vîrusa Korona, guherîna avûhewayê di hewildanên dîtina çareseriyan kevin.
Biden ji Jinping re, ‘‘Fikarên xwe yên derbarê zextên Çînê yên ser Hong Kongê, binpêkirina mafên mirovan yên li Şîncanê, û hewildanên Pekinê yên ser zêdekirina serwerîya li Taywanê’ eşkere kiriye.
Herwiha Biden di serdana Pentagonê de diyar kiribû, rêvebiriya wan li hember Çînê hazirîyên xwe dikin û dabû zanîn, ew ê hêzeke kar ya stratejî, teknolojî û îstixbarata Pekînê dişopîne çêdikin.
Serokê Amerîka yê berê Donald Trump di Tebaxa sala borî de gotibû, ‘‘Ger Joe Biden were hilbijartin, ew ê Çîn dest deyne ser me.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin