Trump û Biden di pêshilbijartinên seroktiyê de bi ser ketin

03 April 2024 20:03 0 dîtin
Trump û Biden di pêshilbijartinên seroktiyê de bi ser ketin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê hilbijartinên seroktiyê yên Mijdara 2024an pêşhilbijartinên bo diyarkirina namzedên seroktiyê birêve diçin.

Piştî vekişîna ji hilbijartinên seroktiyê ya Nikkî Haley, Trump û Biden ketin pêşhilbijartinan û li 4 eyaletên Demokrat û Komariyan bi ser ketin.

 Hilbijartinên pêşî li 4 eyaletên din ji bo partiyên Demokrat û Komarî hatin kirin.

Li eyaletên Wiskonsîn, Rode Aylind, Konektîkut û Niyorkê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump û namzetê Demokrat serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden bi ser ketin.

Serokê niha yê Amerîkayê Biden yek ji namzedên Partiya Demokrat e, li Wiskonsînê ji sedî 88,5, li Rode Aylindê ji sedî 82,6, li Konektîkut ji sedî 85 û li New Yorkê ji sedî 91,5 dengan bi dest xist.

Trump ê yek ji namzedên Partiya Komarî jî li New Yorkê ji sedî 82, li Konektîkut ji sedî 78, li Rode Aylindê ji sedî 84,5 û li Wiskonsînê ji sedî 79ê dengan wergirt.

Biden û Trump di pêşhilbijartinên eyaletên Corciya, Waşîntin û Mîsîsîpî de jî bi ser ketin.

Trump û Biden bi vî awayî ji bo namzediya serokatiyê ya 13ê Adarê hejmara delegeyên pêwîst ên partiyên xwe bidest xistin.

Di pêvajoya diyarkirina namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat de 3 hezar û 934 dengên pêşhilbijartinan, ji bo Partiya Komarê jî 2 hezar û 429 dengên delegeyan pêwîst in.