Trump destûra Biden betal kir ku xwe bigihîne belgeyên nepenî
PeyamaKurd – Trump îro ragihand ku wî ew destûr betal kiriye ku rê dida selefê wî Joe Biden û serokên berê xwe pê digihînin belgeyên nepenî piştî ku wezîfeya wan diqede.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku hatiye betalkirin ew destûra ku ji selefê wî Joe Biden ji û serokên berê yên welêt re hatibû naskirin ku mafê wan hebû xwe pê bigihînin belgeyên nepenî piştî ku wezîfeya wan bi dawî tê.
Trump li ser tora civakî ya TruthSocial daxuyanî da û got,
“Em tavilê rayeya Joe Biden betal dikin û agahiya wî ya îstîxbaratê ya rojane didin sekinandin”
Her weha bi herfên mezin nivîsî, “Joe, tu ji kar hatî dûrxistin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin