Biden: “Pêdivî nîne ku Trump xwe bigihîne raporên îstîxbaratê”
PeyamaKurd – Li Amerîkayê qaîdeyekî dinê jî ji holê rabû. Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bi sedema tevgerên Trump yên nerewa, pêdivî tine ku Trump xwe bigihîne raporên îstîxbaratê. Biden bo CBS ê weha axifî:
“Ez nafikirim ku pêdiviya wî hebe xwe bighîne raporên îstîxbaratê. Wê çi fêda wî hebe? Trump xwediyê tevegerên bêawaye û bawerî pê nayê anîn ku Trump karibe sirrên hesas li cem xwe bihêle.”
Li Amerîkayê wexta yek ji serokatiyê dakeve jî mafê wî heye ku tevlî brîfîngên îstîxbaratê bibe an xwe bigihîne raporên îstîxbaratê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin