Biden beriya seroktiyê radestî Trump bike 2 hezar 500 girtî efû kir

17 January 2025 19:40 0 dîtin
Biden beriya seroktiyê radestî Trump bike 2 hezar 500 girtî efû kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîikayê Joe Biden, beriya ku 20ê Çileyê 2025an erka seroktiyê radestî Serokê hilbijartî Donald Trump bike, efû û sivikkirina sizayên bi hezaran girtiyan pesend kir.

Biden got, “Di dîroka Amerîkayê de, serokê herî zêde efû û kêmkirina sizayan pêk aniye ez im.”

Joe Biden ragihand ku wî sizayên 2 hezar û 500 girtiyan efû û sivik kiriye û di dîroka Amerîkayê de bûye serokê herî zêde efû ji bo girtiyan pêk aniye.

Hêjayî gotinê ye, Biden ji bilî sivikkirina sizayan 39 hikumxwarên welatiyên Amerîkî bi temamî efû kiribû û sizayê darvekirinê yê 40 kesan jî vegerandû cezayê muebetê.