Mezlûm Ebdî bo Washington Post: Rêveberiya Biden ji ya Trump zêdetir pistevaniya me dike
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke ligel rojnameya Amerîkî Washington Postê de got, piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê, rayedarên amerîkî ji me re tekez kirine ku ti guhertinên leşkerî li Sûriyê çênabin.
Mezlûm Ebdî diyar kiriye ku di heft mehên destpêkê yên îsal de pêwendiyên wan bi Washingtonê re gelek baş bûne û ew pêşbînî dikin ku eger Amerîka sozên xwe bi cih bîne, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê heta astekê baş be.
Ebdî destnîşan kiriye ku îdareya niha ya Amerîkayê piştevaniyeke siyasî û serbazî ya mezin û bêhtir ji îdareya berê dide wan û piştî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê rayedarên amerîkî ji wan re tekez kirine ku ti guhertin li Sûriyê çênabin.
Fermandarê Giştî yê HSDê li ser êrîşên milîsên Îranê jî gotiye, ew naxwazin devera wan bibe devereke milmilaniyê û ew daxwaz dikin ku asta şer bilind nebe.
Mezlûm Ebdî derbarê gefên DAIŞê de hişyarî da û eşkere kir ku zêdetirî 11 hezar çekdarên DAIŞê li cem wan girtî ne û kesên ku parastina zindanan dikin, pêwîstiya wan bi rahênanên bêhtir heye.
Ebdî herwiha hêvî kir ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê bimîne heta dîtina çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin