Mezlûm Ebdî û Rêveberiya Rojava li ser êrîsa Kobanî bang li Amerîka û Rûsyayê kirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrîşa doh 23yê Hezîranê ya Tirkiyê bi ser gundekî Kobaniyê de û kuştina 3 jinan bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku ber erka xwe ya rêkeftinên 17 û 22yê Cotmeha 2019an rabin.
Rêveberiya Rojava bang li Rûsya, Amerîka û NYyê kir ku hewlestên cidî li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê nîşan bidin û got, “Ev êrîş binpêkirina qanûnî û exlaqî ji lihevkirinên di navbera Rûsya, Amerîka û dewleta Tirk de nîşan dide.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê ya bi balafirên bêmirov pêk aniye nîşan da û go, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê li gorî hiqûqa navdewletî û rêkeftinên 17 û 22yê Cotmehê soz dane wan, lê Tirkiyê binpêkirina wan rêkeftinan berdewam dike.
Stopping Turkish violations and the policy of ethnic cleansing is a responsibility and duty of America and Russia, within the framework of the October agreements and international law. pic.twitter.com/uf8XWw3EUB
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) June 24, 2020
Ebdî bang li civaka navdewletî kir, siyaseta Tirkiyê ya qirkirina etnîkî û binpêkirinan rawestînin û got, ev li gorî hiqûqa navdewletî ya rêkeftinên meha Cotmeha 2019an di bin berpirsiyariya Amerîka û Rûsyayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin