Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya êrîsa Dêrazorê: Sam dixwaze kaosê derxe!

09 August 2024 17:50 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya êrîsa Dêrazorê: Sam dixwaze kaosê derxe!

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser êrîşên komên girêdayî rejîma Sûriyê yên ser Dêrazorê daxuyaniyek belav kir.

‘Hikûmeta Şamê dixwaze kaos û tevlîheviyê bike’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rejîma Sûriyê tiştên li herêmên din ên welat diqewimin, binpêkirinên berçav û dubare ên li hemberî serweriya xaka wê ku heta Şamê jî diçin paşguh dike û dest bi derxistina tevlîheviya li herêmên aramî lê heye kiriye.

Hat gotin ku Hikûmeta Şamê bi lihevkirina dewleta Tirk û hêzên din re, bi rêya piştgiriya komên çekdarên girêdayî wê dixwaze kaosê derxe û xebatên aramiyê têk bibe.

‘Êrîş li ser xwesteka Tirkiyê pêk tên’

Herwiha Rêveberiya Xweser diyar kir, “Em careke din diyar dikin ku îradeya gelê me yê li Dêrezorê ji planên dorpêçkirina îradeya wan û têkbirina nirxên wan xurtir e. Li hemberî van siyasetên naskirî ku bi temamî bi xwestekên dewleta Tirk ên tunekirina gelê me pêk tên, em bi îradeya gelên xwe yên ji hemû pêkhateyan re ne.”

Rêveberiya Xweser bang li civaka navnetewî û komîteyên lêpirsînê kir ku li hemberî van êrîşan berpirsyariya xwe bicih bînin.