Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya êrîsên çekdaran û Tirkiyê: Divê ev sûc bê ceza nemînin

05 January 2025 10:27 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya êrîsên çekdaran û Tirkiyê: Divê ev sûc bê ceza nemînin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, îro 5ê Çileyê 2025an bi daxuyaniyekê ragihand, Tirkiye û komên çekdar girêdayî wê, dixwazin tevlîheviyê belav bikin û aramiya herêmê têk bidin û loma jî divê tawanên wê bê ceza û bê hesab nemînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, dewleta Tirkiyeyê û çekdarên girêdaylî wê êrîşên xwe li ser navend û binesaziyan didomînîn û hate diyarkirin, “Armanca Tirkiye ji van êrîşan heman armancên kevin in: belavkirina tevlîheviyê, têkdana hêmanên aramiyê, şandina peyamên piştevanî û zindîkirina komên terorîst re, di serî de DAIŞ.”

Rêveberiya Xweser da zanîn, “Êrîşên li ser binesaziya herêrmê, yên wekî Bendava Tişrînê, Şaredariya Gel a Curniye, kargeha şekir a li Meskene û navenda ceyranê sûcên aşkere ne. Di heman demê binpêkirina tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî êrîşên li ser cihên xizmetguzariyê ye.”

Herwiha hate gotin: “Em teqez dikin ku divê civaka navdewletî û saziyên wê li hemberî van sûcan bikevin tevgerê û li ber van kiryarên Tirkiyeyê bigirin. Divê ev sûc bêyî ceza û bê hesab nemînin.”

Dawiyê hate diyarkirin, “Tirkiye li Hesekê jî bi dagirkirina Stasyona avê ya Elûkê ya li Serêkaniyê zêdetirî mîlyon kes bê av hiştiye. Zêdetirî vê yekê hewl dide li Bendava Tişrînê aloziyeke enerjî û avê çêbike.”