Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya êrîsên Tirkiyê û bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî...
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşên SÎHAyên Tirkiyê yên berdewam û li hember wan êrîşan bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê nerazîbûn nîşan da. Hate ragihandin ku berdewama êrîşan rasterast bandorê li gelek çalakiyên hevbeş dike.
Di daxuyaniya ku îro 30yê Tîrmehê hatiye belavkirin de, tê gotin ku zincîreya êrîşên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca qirkirinê didomin û Tirkiye bi van êrîşan dixwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bide.
Hate diyarkirin: “Êrîşên dewleta Tirkiyê yên di meha Tîrmehê de li dijî gundewarên Qamişlo, Amûdê û herêmên din, kîna wê û binketina asta exlaqî ku dewleta Tirk bikar tine, eşkere dike.”
Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî hewldanên pêkanîna aramiyê û jinavbirina terorê û DAIŞê ne û wiha hate gotin: “Îro dewleta Tirk tevlîheviyê çêdike, xirabûnê dike, şer û nakokiyên mezhebî li gorî armancên xwe ku ew jî têkbirina projeya gelê me ye, pêş dixe.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin: “Em bi tundî berdewamiya van sûcan di nav bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên garantor de ji bo agirbestê, red dikin.. Em dibêjin ku ev alî berpirsên berdewamiya êrişên dewleta Tirk in ku roj bi roj di nava bêdengiyê de, zêde dibe. Ev yek dê bandoreke mezin li gelek çalakiyên hevbeş bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin