Rêveberiya Rojava bîlançoya êrîsên 5 rojan ên Tirkiyê eskere kir: 580 êrîsên asmanî û bejahî...
PeyamaKurd - Rêveberiya Xwerser a li Rojavayê Kurdistanê, derbarê ziyanên êrîşên navbera 5-9ê Cotmehê de, daxuyanî da.
Di civîna rojnamevanî ya ku îro 18ê Cotmehê hate lidarxistin de, hate eşkere kirin ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên vê dawiyê de, 104 cih, avahî û navendên xizmetê hatine armanckirin, 44 kes hatine kuştin û 55 kes jî birîndar bûne.
Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis amarên êrîşan ragihand; 17 sazî û cihên gazê û petrolê, 11 cihên navendên elektirîkê, petrolê, navendên avê, 2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobanê bi temamî ji xizmetê derketin.
Li gorî daxuyaniyê 48 navendên perwerdeyê hatine armanckirin û bi hezaran xwendekar bê perwerde mane. Di êrişên dijî wan navendan de 2 zarok mirine, zarokek jî bi giranî birîndar bûye.
Herwiha 3 saziyên pîşesaziyê li herêmên Cizîr û Kobanê ji xizmetê derketine û Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a li herêma Cizîrê ya taybet bi perwerdekirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi temamî hatiye wêrankirin.
Hate diyarkirin ku artêşa Tirkiyeyê ji 5ê mehê heta 9ê Cotmehê 580 êrîşên asmanî û bejahî ji Dêrikê heta herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê pêk anîne û 44 kes hatin kuştin, 55 kes jî birîndar bûne ku di nava wan de, zarok, endamên asayişê û şervanên HSDê hebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin