Rêveberiya Rojava dosyeya ziyanên êrîsên Tirkiyê pêskesî Neteweyên Yekbûyî kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyeyê dosyeyeke li ser tawan û binpêkirinan pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên navbera rojên 4-10ê Cotmehê ku binesaziya herêmê hatiye armanckirin, dosyayeke ji belgeyên binpêkirinan pêk tê ji NY û hejmarek saziyên navdewletî re rê kir.
Di dosyeyê de hatiye gotin ku Tirkiyê li ser 224 deverên cuda 304 êrîşên bejahî û asmanî pêk anîne ku di wan êrîşan de 221 top û çekên giran û 83 dronên biçek û balafirên şer hatine bikaranîn.
Hatiye diyarkirin ku îstasyonên gaz, petrol, elektrîk û avê, navendên tenduristiyê û kampên Waşûkanî û Roj jî di nav de, bi dehan gund hatine armanckirin. Di êrîşan de jî 5 ji wan li Kobaniyê 47 kesan can daye û 55 kes jî birîndar bûne.
Herwiha bi wêneyan hatiye belgekirin ku li herêmê xisara 56 milyon dolaran li ser binesaziyê çêbûye.
Dosye ji bilî NY û saziyên girêdayî wê, herwiha ji nûnertiyên Cenevê yên NY yên welatên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Swêd, Fînlanda, Holanda û Yûnanistanê re jî hate şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin