Ji Rêveberiya Rojava û SOHRê bîlançoya êrîsên Tirkiye û çekdaran: 41 mirî, 245 birîndar
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşên komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê de ji 8ê Kanûna 2024an ve li Rojavayê Kurdistanê 41 sivîl hatine kuştin û 245 jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku di nav sivîlên ku can dane de rojnamevan û karmendên tenduristiyê jî hene.
Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê ji 8ê Kanûnê ve 41 sivîl kuştine û 245 kes jî birîndar kirine. Herwiha hatiye diyarkirin, di nav birîndaran de 7 rojnamevan û 6 karmendên tenduristiyê hene.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser daye xuyakirin, tenê li Bendava Tişrînê 24 sivîl hatine kuştin û 221 sivîl jî birîndar bûne.
Li nehiyeya Sirînê ya Kobaniyê di êrîşa 25ê mehê de 12 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.
Du roj berê jî li Kobaniyê dronên Tirkiyeyê êrîşî malekê kirin ku 2 mêr hatin kuştin û jinek jî birîndar bû.
Dîsa li navçeya Zirganê û gundên derdora wê jî di êrîşa 25ê mehê de 3 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn ku 4 jê zarok in.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku bîlançoya ji 12ê Kanûna 2024an ve wiha ye: 54 sivîlan canê xwe ji dest daye ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in. 411 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin. 78 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin