HSDê bîlançoya 2023 ya êrîsên dijî Rojava askere kir

01 January 2024 15:27 0 dîtin
HSDê bîlançoya 2023 ya êrîsên dijî Rojava askere kir

Peyama Kurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, îsal 173 şervanên wan di êrîşên  dewleta Tirk, şaneyên DAIŞ û rejîma Sûriyeyê de canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn ku artêşa Tirkîyeyê di 2023an de, 798 caran bi riya êrîşên asmanî û çekên giran xaka Rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyê kiriye armanc.

Navendê amaje bi wê yekê jî kir ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, navend û saziyên xizmetguzariyê yên wekî qadên neftê, parzûngeh, santralên av û elektrîkê, kargeh, dibistan, nexweşxane û otomobîl kirine armanc û di êrîşên wan de bi dehan sivîlan canê xwe ji dest daye.

HSDê di daxuyanîya xwe de ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk, şaneyên DAIŞ û rejîma Sûriyeyê de 173 şervanên wê û 39 welatîyên sivîl canê xwe ji dest dane, 15 şervan û 83 sivîl jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku, hêzên wan 143 caran bersiv dane êrîşên Tirkîyeyê û di encamê de 52 leşkerên Tirk û 185 çekdarên komên girêdayî dewleta Tirk hatine kuştin. Herwiha 91 leşkerên Tirk û 204 çekdarên koman jî birîndar bûne.