Rojava | Bîlançoya 2023yan a operasyonên dijî DAISê hate eskere kirin
PeyamaKurd – Navenda Asayîşê ya Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bîlançoya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê û komên girêdayî Tirkiye û rejîma Sûriyê eşkere kir.
Di daxuyaniya Asayîşa Rojava de hate ragihandin, di 2023yan de wan 92 şane ji hev xistine ku ji wan 19 şane yên girêdayî istîxbarata Tirkiyê bûne û 43 jî yên çekdarên DAIŞê bûne.
Herwiha li gorî daxuyaniyê 14 şane yên komên girêdayî rejîma Esed bûne û 4 şaneyên din jî yên Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê ne ku Tirkiye piştevaniya wê hêzê dike.
Hate ragihandin ku di operasyonan de 289 kes hatine girtin, 121 madeyên teqemeniyê hatine pûçkirin ku ew jî; 49 li herêma Cizîrê, 30 li herêma Reqayê, 17 li herêma Dêrazorê, 18 li herêma Tebqayê, 2 li herêma Firatê û 5 li herêma Minbicê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin