Ji HSDê daxuyaniya bîlançoya êrîsên Tirkiyê
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku Tirkiyeyê ji 5ê Cotmehê ve bi dronan li gundên başûrê Efrînê, Şehba, Minbic, Kobanî, Eyn Îsa, Til Temir, Zirkan, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çil Axa û Dêrikê dixe.
HSDê eşkere kir, roja yekem a êrîşan 15 sivîl û şervanan can dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li ser bilançoya roja duyem a êrîşên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê jî hate diyarkirin, Tirkiyê bi 7 balafirên şer, 14 dronên biçek, 74 çekên giran, çekek doçkayê û sûîkastekê êrîş pêk anîne.
HSDê da xuyakirin, 4 xalên hêzên Şamê, 2 nexweşxane, îstasyoneke avê, 7 îstasyonên petrolê û 2 îstasyonên hilberandin û belavkirina elektirîkê hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin