Ji HSDê daxuyaniya Tirkiyê: Bi binpêkirina peymanan re amadekariya êrîsên nû dikin
PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, ragihand ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn û diyar kir, ne dûr e Tirkiye êrîşeke nû li ser herêmê pêk bîne tevî ku bi Rûsya û Amerîkayê peymanên êrîş nekirinê îmze kiriye.
Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel da xuyakirin, Tirkiye hêzên xwe li herêma Eyn Îsa û hin herêmên dîtir ên dagirkirî xurt dike û agirbestê tevî bangên navneteweyî ya pêwîstiya rawestandina êrîşên leşkerî bi temamî li gel berbelavbûna pandemiya koronavîrusê ku gefan li tevahî mirovahiyê dixwe, binpê dike.
Gabrîel wiha axivî: "Dewleta Tirk êriş û sûcên xwe zêde kirin, ew jî dihêle ku her tim ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê re amade û hişyar bin, bi taybet di vê merheleyê de ku dewleta Tirk gef û îdiayên xwe berdewam dike ku QSD peymana di Cotmeha 2019’an hatiye îmzekirin, binpê dike. Ew jî bihaneyek e ku êrişên xwe yên leşkerî yên nû û pêkanîna sûcên li herêmê temam bike."
Li ser mijara civîna Astanayê ya dawî şa derbarê berdewamkirina êrîşên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kîno Gabrîel got: "Tu axaftinên diyar li ser vê mijarê tune ne, ji ber ku daxuyaniyek ji civîna Astanayê ya dawîn derket ku diyar bû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser e. Her wiha texmîn nakim pêkan be ev civîn bi tiştên li herêmê di vê demê de pêk tên û berê jî beriya vê civînê pêk hatine, bên girêdan."
Gabrîel diyar kir ku kordîne û xebateke hevbeş di navbera HSDê û hêzên peymanên di Cotmeha 2019an de bi Tirkiyê îmze kirine re heye ku divê êrîşên leşkerî rawestin û agirbest hebe. Ew hêz jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ne, di serî de jî Amerîka û Rûsya ne."
Gabriel got: "Em hewl didin bi şêweyekî hevbeş bi van hêzan re tevahî bûyer û sûcên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, belge bikin. Her wiha sînorekî ji hemû hewldanên leşkerî yên nû ku dewleta Tirk hewl dide li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, deynin."
Kîno Gabrîel bal kişand ser ku wan wek HSD ragihandiye li gorî van pêngavan tevdigerin, lê belê dewleta Tirk hê jî di pêkanîna sûcan bi rêya topbaran û bombebarankirina bi rêya firokeyên bêpîlot û hwd berdewam e.
Kîno Gabrîel di dawiyê de got êrîşên dewleta Tirk û gefên wê têkildarî êrîşeke leşkerî ya nû dê bi xwe re binkeftina kedên cîhanê yên pêşîlêgirtina Koronavîrusê bîne û wiha pê de çû: "Ev êrîş û gefên Tirkiyê ewlehî û aramiya herêmê bi giştî, ji ber muhtemel e koçberî bi êrîşên leşkerî re çêbin, xetereyekê li ser kedên cîhanê yên pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê çêdikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin