Ji HSDê daxuyaniya êrîsa Tirkiyê ya li Kobanîyê: Servanekî can da
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser êrîşa droneke Tirkiyeyê bi ser otomobîlekê de, li bajarê Kobaniyê daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HSDê hatiye belavkirin de, hate gotin: “Balafireke bêmirov û biçek a Tirkiyê duh êvarê li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê, li erebeya ku şervanên me yên di destûrê de tê de bûn, bombebaran kir. Di êrîşê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervan jî birîndar bûn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 5ê Cotmehê ve ango piştî êrîşa bombeyî ya PKKê li Enqereyê, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên li djiî herêmên Rojavayê Kurdistanê bi taybet binesaziya herêmê û saziyên jîngehê zêdetir kirine ku hejmarek sivîl jî bûne qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin