Ji HSDê daxuyaniya êrîsa drona Tirkiyê: 4 servanan can da, 2 jî birîndar bûn

04 August 2023 17:54 0 dîtin
Ji HSDê daxuyaniya êrîsa drona Tirkiyê: 4 servanan can da, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşa droneke Tirkiyeyê de 4 şervanên wan can dane.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HSDê hatiye belavkirin, Tirkiyeyê bi balafireke bêmirov, êvara pêncşemê saet 19.15an otomobîla ku tê de 6 fermandar û şervanên wan hebûn li ser rêya gundê Hermê Şêxo yê Qamişloyê bombebaran kiriye.

HSDê da zanîn, şervan û fermandaran destûr wergirtibû û wan berê xwe dida malên xwe lê di encama êrîşê de 4 şervanan can dane û 2 şervan jî birîndar bûne.

HSDê diyar kir, navê şervanên ku can dane; Aram Mihemed Îbrahîm, Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Berzan Mistefa Şêxmûs e.