SOHR: Tirkiyê bi dronan êrîsî xala leskerî ya HSDê kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê li gundê Gerbawiyê yê Qamişloyê li nêzikî parzûngeha petrolê bi 2 moşekan êrîşê xaleke leşkerî ya HSDê kir.
SOHRê daye zanîn ku ew xala leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beriya niha hatibû valakirin ku ew xala leşkerî bi qasî 8 kîlometreyan dûrî Balafirgeha Qamişloyê ye.
Derbarê mirî û birîndaran de ti agahî nehatin dayîn. HSDê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.
SOHRê daye xuyakirin, îsal Tirkiyeyê 87 caran bi dronan êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Di wan êrîşan de 28 kesan can daye. Herwiha 26 şervan û 16 sivîl jî birîndar bûne ku di nav wan de 3 jin û 3 zarok hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin