Kobanî | Tirkiyê bi dronan êrîsî otomobîlekê kir

16 November 2023 13:34 0 dîtin
Kobanî | Tirkiyê bi dronan êrîsî otomobîlekê kir

PeyamaKurd – Li Kobaniyê, Tirkiyê bi dronan êrîşî otomobîlekê kir.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir, di vê êrîşê de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) can dan.

Herwiha çavkaniyên xwecihî diyar kirin, Tirkiyeyê ev êrîş doh li gundê Boxazê yê li başûrê Kobaniyê pêk aniye.

SOHRê eşkere kir, Tirkiyeyê ji serê salê ve 98 caran bi dronan êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

SOHRê da zanîn, di van êrîşan de 82 kesan can dane, 88 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.