Artêsa Tirkiyê êrîsî Kobanî û Sehbayê kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi balafirên bêbalafirvan êrîşî her du herêmên Kobanî û Şehbayê yên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye kir.
Li gor medyaya nêzîkî HSDê û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye, îro dronên artêşa Tirkiyê li esmanê herêmên Kobanî, Şehba û Til Temirê digerin û li Kobanî û Şehbayê çend cih bombebaran kirine.
Heman çavkaniyê da zanîn, dronên artêşa Tirkiyê îro li navenda bajarê Kobanî û herwiha başûrê bajarê Kobanê êrîşên esmanî pêk anîne.
Hat zanîn ku êrîşa yekem li başûrê Kobanî û li ser rêya Helebê pêk hatiye, êrîşa din jî li navenda bajarê Kobanî bûye.
Li gor hin dîmenên piştî êrîşê li navenda bajarê Kobanî hatine belavkirin, zirar gihîştiye otomobîl û avahiyekê.
Herwiha hat ragihandin, artêşa Tirkiyê îro bi tank û topan êrîşî gundên Um Qura û Um Hoş ên kantona Şehbayê jî kiriye û dronên keşfê yên artêşa Tirkiyê li esmanê deverê digerin.
Heta niha artêşa Tirkiyê tu daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin