Rojava: Artêsa Tirk, êrîsî gundên Efrîn û Sehbayê kirin!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku ji aliyê çapemeniya nêzîkî Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ve hatin ragihandin, Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve 5 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û 2 gundên herêma Şehbayê bombebaran kirine.
Di nûçeyên hatin belavkirin de hat diyarkirin ku vê êvarê hêzên ser bi Tirkiyeyê 5 gundên Aqîbê, Soxanek, Zirneît, Miyase û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine û gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Balafirxaneya Leşkerî ya Minnixê ya li herêma Şehbayê jî bûne armanca êrîşan.
Li gorî heman nûçeyan, di encama topbaranê de heta niha derdora 545 top li herêmên navborî ketine û xesarên madî li malên şêniyên wan gundan ketine.
Heta niha li ser ziyanên canî û birîndariyan de ji aliyê HSDê ve agahiyeke nehatiye parvekirin û hat zanîn ku hîn jî balafirên kifşê li asîmanên herêmê digerin.
Her wiha hat zanîn ku navendeke hêzên hikûmeta Suriyeyê jî bûye armanca van êrîşan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin