Artêsa Tirk topbarana ser gundên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê didomîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê îro Yekşemê ji danê sibehê ve gundên Qamişlo, Amûde, Til Temir, Tirbesipî, Kobanê, Girê Sipî û Eyn Îsa yên Rojavayê Kurdistanê topbaran dike.
Li gorî zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kirine, îro danê sibehê topxaneya artêşa Tirkiyê deverên di bin bandora Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên li gundê Qermûx yê ser bi Kobanê ve kiriye armanc û di encamê de ziyanên madî çêbûne.
Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê jî dane xuyakirin ku artêşa Tirkiyê 7 gundên Eyn Îsayê û gundên Xirbet Beqer, Bîr Zinar, Evdokê yên navçeya Girê Sipî û gundên Zormixar û Til Şiîrê yên Kobanê topbaran kirin, lê ti zanyarî derbarê ziyanên topbaranê de nehatine belavkirin.
Li aliyê din artêşa Tirkiyê îro danê sibehê gundê Cirnikê yê Amûdê, gundê Til Zîwan li rojhilatê Qamişlo, bajarokê Hîmo li rojavayê Qamişlo, gundê Rûtal yê Xiristiyanan li rojavayê Tirbesipiyê hatine topbaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin