Topbarana artêsa Tirk ziyaneke mezin gihand du gundên Batîfa ya Zaxoyê
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê îro 6ê Îlonê danê nîvro du gundên li sînorê nehiya Batîfa ya navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê bi tundî topbaran kir. Hat zanîn ku di encama topbaranê de zirareke mezin a madî gihîştiye şêniyên wan her du gundan û xeta elektrîka her du gundan jî têk çûye.
Li gorî zanyariyan artêşa Tirk bi hinceta hebûna PKKê li deverê, îro danê nîvro her du gundên Bankê Jor û Bankê Jêr bi tundî topbaran kirin ku di encamê de zirareke mezin gihişt xanî, rez, bax, otomobîl û bostanên welatiyan.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku topbaran tenê 50 metre dûrî xaniyên welatiyan bû û ji ber topbaranê tirs li nav xelkê wan her du gundan û gundên derdorê belav bûye.
Herwiha hat diyarkirin ku ji ber topbaranê stûnên elektrîka her du gunadan têk çûye û elektrîk li ser wan gundan qut bûye û zirar gihiştiye cadeyan jî.
Hêjayî gotinê ye; devera ku îro hat topbarankirin, heman ew dever e ku beriya rojekê ji ber teqîna bombeyeke vedayî ya PKKê li ser rêyekê bi otomobîleke geştiyaran de, du geştiyarên Ereb can dabûn û otomobîl jî têk çûbû.
Her du gundên ku hatin topbarankirin, dikevin sînorê nehiya Batîfa û tenê 25 kîlometre ji navenda navçeya Zaxoyê dûr in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin