Di encama topbarana Artêsa Tirkiyê de topek li xaniyê welatiyekî sivîl ket

19 July 2022 13:05 0 dîtin
Di encama topbarana Artêsa Tirkiyê de topek li xaniyê welatiyekî sivîl ket

PeyamaKurd – Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê ya li ser sînorê qezaya Batîfa ya ser bi Zaxo de, topek li xaniyê welatiyekî sivîl ket.

Li gor zanyariyan, îro danê sibê topeke artêşa Tirkiyê li xaniyê welatiyekî gundê Sûrya yê qezaya Batîfe ket û tenê ziyanên madî gihîşt wî xanî.

Muxtarê Gundê Sûrya Bedel Murad eşkere kiriye: “Îro danê sibê topek li xaniyekî gundê me ket û xweşbextane ziyanên canî nebûn û ziyan tênê madî bûn.”

Muxtarê Gundê Sûrya diyar kiriye: “Bi dûriya tenê 100 metroyî ji wî xanî, mizgeft û xaniyên din hene, ji ber wê rewşa tirs û xofê li nava gund derket.”