Zaxo | Di encama topbarana artêsa Tirkiyê de du bira birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê îro gundekî nahiya Derkarê li qezaya Zaxoyê topbaran kir û di encamê de, du bira birîndar bûn.
Rêveberê Nahiya Derkarê Edîb Cafer diyar kiriye, ji ber tevgera PKKê li wê deverê, artêşa Tirkiyê wê deverê topbaran dike.
Edîb Cafer daye zanîn: “Îro di saet 2:30an de, topek li nêzîkî gundê Bihêrê ket û du birayên ku şivantî dikirin birîndar bûn. Birîna yekî ji wan giran e û ji bo nexweşxaneya Harwarhatinê ya Duhokê hat veguhestin.”
Herwiha rêveberê Nahiya Derkarê jî destnîşan kiriye: “Ji ber şer û aloziyên di navbera PKK û Tirkiye de, rojane gundên devera me tên topbarankirin û rêyên nêzîkî 20 gundan hatine girtin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, do jî di encama topbarana Tirkiyê li ser baregehên PKKê li devera Kanî Masî de, welatiyek birîndar bûbû û gundekî din jî vala bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin