Zêbarî: Êrîsa Zaxo bi topên 155 mm ji aliyê artêsa Tirkiyê de hat kirin

22 July 2022 01:14 0 dîtin
Zêbarî: Êrîsa Zaxo bi topên 155 mm ji aliyê artêsa Tirkiyê de hat kirin

PeyamaKurd – Endamê polîtburoya PDK ê Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku êrîşa li Zaxoyê ya gundê Perexê ya duhî ya ji bo ser geştiyaran, ji aliyê artêşa Tirkiyê de û bi topên 155 mm hatiye kirin. Zêbarî her weha got ku ji bo lêkolîna vê bûyerê divê komîteyekî hevbeş ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û Tirkiyê bê vakirin. Hoşyar Zêbarî weha got:

"Tiştê ku rayedarên Tirkiyê ji armanckirina seyrangehekî geştiyariyê li Zaxo fêm nakin ew e ku hemû şehîdên bêguneh, erebên Iraqî ne ku ji başûrê Iraqê ji bo armanca gerê hatine aliyê din ê welatê xwe."