Zaxo | Di êrîsa çekdarên PKKê de 2 parêzvanên sînor can dan
PeyamaKurd – Li Zaxoyê 2 parêzvanên sînor canê xwe ji dest dane.
Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê dide zanîn di navbera şervanên PKKyê û parêzvanên sînor de şer derketiye.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye, 2 parêzvanên sînor canê xwe ji dest dane û parêzvanek jî birîndar e.
Tê diyar kirin ku şer li gundê Sorya û yê Şîlanê qewimiye.
Hate ragihandin ku her du parêzvanên sînor ên canê xwe ji dest dayî, Mêhvan Nacî û Elî Remezan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin