Wezareta Navxwe ya Iraqê: Du parêzvanên sînor di êrîsa PKKê de sehîd bûn
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê, li ser bûyera şehîdbûna 2 parêzvanên sînor li navçeya Zaxo ya Duhokê di encama êrîşa PKKê de daxuyanî da.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, “Dema ku Parêzvanên Sînoran ên Iraqê li ser sînorê Iraq-Tirkiyeyê li navçeya Batîfayê ya parêzgeha Duhokê erka xwe ya parastina sînor bi cih tanîn, rastî êrîşa çekdarên PKKê hatin.”
Wezaretê da zanîn ku di encama êrîşê de 2 leşkerên Lîwaya 1ê ya Parêzvanên Sînoran ên Iraqê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Medyaya PKKê jî îdia dike ku artêşa Tirkiyeyê bi hawanan xaleke Parêzvanên Sînoran ên Iraqê bombebaran kiriye û di encamê de 2 parêzvanên sînoran hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bûyer berî danê nîvro di navbera gundên Sorya û Şîlanê yên Zaxoyê de rû dabû. Di êrîşê de Elî Remezan Îsmaîl û Mêhvan Nacî Mîr Şeref şehîd bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin