Dengê teqînê li Bexdayê: Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê

07 December 2024 13:38 0 dîtin
Dengê teqînê li Bexdayê: Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Miqdad Mîrî ragihand, tu êrîş li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li firokexaneya Bexdayê pêk nehatiye.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Miqdad Mîrî îro şemiyê 07.12.2024an de daxuyaniyeke çapemeniyê da û bersiva îdiayên derbarê teqîna li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Bexdayê de da.

Miqdad Mîrî diyar kir ku nûçeyên ku dibêjin bûyera navborî êrîşeke mûşekî ya li ser firokexaneyê ye, rastiyê nîşan nade.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Îdîayên ku dibêjin hêzên koalîsyonê baregeha li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê kirine hedef, ne rast in, tu êrîşeke mûşekî pêk nehatiye. Teqîna ku tê bihîstin di encama teqîna bermahiyên şer ên li herêma koalîsyonê ya li herêma Rojavayê Bexdayê de pêk hatiye.”

Berdevkê Wezaretê diyar kir ku teqîn ji ber bermahiyên şer ji aliyê hêzên ewlekariya taybet ên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ve hatiye rûxandin.

Di heman rojê de hin çavkaniyên nûçeyan îdia kiribû ku mûşekekw katyûşa li baregeha Vîktoriyayê ya li balafirgeha navnetewî ya Bexdayê ketiye.