Wezareta Petrolê ya Iraqê sîrketên petrolê yên Kurdistanê vexwend Bexdayê

01 March 2025 11:26 0 dîtin
Wezareta Petrolê ya Iraqê sîrketên petrolê yên Kurdistanê vexwend Bexdayê

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê, îro bi daxuyaniyekê şirketên navdewletî yên petrolê yên ku di bin banê Yekîtiya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) de kar dikin û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê girêbest in, ji bo beşdarbûna civîna roja sêşemê 04.03.2025an vexwendin Bexdayê.

Di daxuyaniyê de wezaretê got ku “Armanca civînê “goftûgokirina mijarên girêdayî girêbestên îmzekirî ye, ji bo bidestxistina têgihiştinên ku beşdarî nipêşxistina zeviyên petrolê li gorî baştirîn pratîkên cîhanî û bi rengekî ku xizmeta berjewendiya neteweyî dike.”

Ev vexwendname rojekê piştî wê yekê tê ku 8 şirketên navdewletî yên petrolê yên li Kurdistanê kar dikin, ragihandin ku ew ê hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê venekin, tevî ragihandina vê dawiyê ya Bexdayê li ser vegerandina nêzîk.”