Wezareta petrolê ya Iraqê bang kir ku îxracata petrolê yekser destpêbike

29 May 2024 00:34 0 dîtin
Wezareta petrolê ya Iraqê bang kir ku îxracata petrolê yekser destpêbike

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku wê petrola Kurdistanê li gor peymanê di ser lîmana Ceyhanê de, li ser miqdarê ku li hev kirine, dê bê îxrackirin.

Wezaret di 28 ê Gulanê de ragihand ku şîrketên herêmê û wezareta petrolê ya Herêma Krdistanê bi rayedarên wezareta Iraqê re li Bexdayê bicivin.

Di rojeva civînê de wê îxracata petrola Kurdistanê hebe û li gor peymanê bi miqdarê ku li hev kirine wê îxrac bibe.