Wezareta Petrolê ya Iraqê bersiva Erdogan da: Ti pirsgirêka me û Hewlêrê nîne!

17 July 2023 19:20 0 dîtin
Wezareta Petrolê ya Iraqê bersiva Erdogan da: Ti pirsgirêka me û Hewlêrê nîne!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Basim Mihemed Uzeyr, di civîneke rojnamevanî de bersiva daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê sedema ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de da.

Erdogan di Lûtketa NATOyê ya ku li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê hate lidarxistin de li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê gotibû: “Di warê wergirtina petrola Iraqê de ti pirsgirêkên me nînin. Ew pirsgirêka heyî nakokiya li hundirê Iraqê ya di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta bakurê Iraqê de ye.”

Mihemed Uzeyr, red kir ku hinardekirina petrola Kurdistanê ji ber pirsgirêka navxweyî ya hikûmetên Iraq û Hewlêrê rawestiyaye û got: “Na, ti pirsgirêkên me yên siyasî nînin. Heman nêrîna me ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya giştî heye.”

Hêjayî gotinê ye, rayedarên Iraqî dibêjin, heta ku Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê dayîna 1.4 milyar dolaran ji bo Iraqê efû neke, Tirkiye jî naxwaze hinardeya petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.