Erdogan, li ser mijarên PKK û petrolê diçe Iraqê
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Iraqê ve hat dayîn, hat diyarkirn ku tê çaverêkirin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, li ser mijarên operasyonên li dijî PKKê û petrola Herêma Kurdistanê, serdana Iraqê bike.
Di agahiyan de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Elî Riza Guney kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê qala têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê û amadekariyên serdana Erdogan a Bexdayê hatiye kirin.
Li gorî hat zanîn, Erdogan hefteya bê dê serdana Iraqê bike û bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Serokê Meclisê Helbûsî û bi rêvebirên siyasî re bicive.
Her wiha hat eşkerekirin ku di hevdîtina Erdogan û Sûdanî de dê operasyonên li dijî PKKê, dosyaya avê û şandina petrola Herêma Kurdistanê ya di ser Tirkiyeyê re bên nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin