Erdogan: “Ava ji Dîcle ya diçe Iraqê em ê mehekî zêde bikin”

22 March 2023 01:12 0 dîtin
Erdogan: “Ava ji Dîcle ya diçe Iraqê em ê mehekî zêde bikin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es Sudani seredaneka fermî ji bo Tirkiyê kiribû û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoağna re hevdîtin kiribû. Mijareka di navbera Tirkiyê û Iraqê de jî mijara ava Dîcle ye ku li bakûrê Kurdistanê li serê 3 bendavên Tirkiyê hene. Li ser mijarê Erdoğan got:

“Em di dewrekî ziwatiyê de derbas dibin. Ava ku di Dîcle diçe Iraqê em ê ji bo mehekî zêdetir berdin. Di hevdîtina bi serokwezîr Sûdanî re me behsa têkiliyên xwe yên duqolî kir. Me behsa projeya rêya hesin, bejayiyê û korîdora gihandinê kir. Em ê wezîfê bidin wezîrên hevalên xwe. Bi belavoka Ankara re, me gavekî krîtîk avêt. Em zanin welatên birayên me bi vê proje eleqedar dibin. Ez bawerim bi vê projeyê em ê bikin weka Rêya Hevrîşim.

Tirkiye parêzvanê herî mezin yê yekîtiya axa Iraqê ye. Me êşa terorê û bedela wê daye. Di hevdîtinê de me behsa têkoşîna bi rêxistinên terorê kir. Em bende ne ku PKK ê weka rêxistina terorê qebûl bikin û ji axa xwe paqij bikin.”