Serokwezîriya Iraqê naveroka hevdîtina Erdogan û Sûdanî eskere kir

01 November 2024 19:05 0 dîtin
Serokwezîriya Iraqê naveroka hevdîtina Erdogan û Sûdanî eskere kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 1ê Mijdarê li Stenbolê civiyan.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê naveroka hevdîtinê eşkere kir û ragihand, li ser aloziyên Rojhilata Navîn û yekhelwestiy li hemberî Îsraîlê danûstandin hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Sûdanî û Erdogan li Stenbolê li Koçka Wehîdedîn civiyan û danûstandin li ser geşedanên dawî, aştî û aramiya herêmê (rojhilata navîn) kirin, ku êrîşên Îsraîlê yên ser Xezze û Lubnanê berfireh bûne û çend welatên deverê jî li xwe girtine.”

Hate diyarkirin ku Sûdanî behsa yekkirina helwestan di asta pêşhatên metirsîdar de kiriye. Serokwezîrê Iraqê daxwaz kir, pêdivî ye hêsankarî ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên wêrankirî û xelkê mexdûr bê kirin û mayîna Filistîniyan a warên wan bê parastin.

Di hevdîtinê de, Sûdanî û Erdogan danûstandin li ser pêwendiyên dualî yên navbera Iraq û Tirkiyeyê jî kirin û tekezî ji bo çalakkirina lihevkirinên hevfêmkirinê yên navbera xwe de di warên cuda cuda de kirin.