Ji Kremlînê daxuyaniya naveroka hevdîtina 5ê Tebaxê ya Erdogan û Pûtîn

02 August 2022 19:46 0 dîtin
Ji Kremlînê daxuyaniya naveroka hevdîtina 5ê Tebaxê ya Erdogan û Pûtîn

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, li ser naveroka hevdîtina 5 Tebaxê ya çaverêkirî ku li Soçiyê di navbera Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de were kirin, daxuyanî da.

Peskov ragihand ku di hevdîtinê de yek ji mijara sereke korîdora zad û pêkanîna mekanîzmeyên hinardekirina zad e. Herwiha wê mijarê Ukrayna û Sûriyê werin gotûbêjkirin ku hevdîtin ji bo danûstandina bîr û ramanan derfetek e.

Li aliyê din tê gotin ku wê mijara operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê jî were rojeva hevdîtina Erdogan û Pûtîn ku beriya niha Rûsya helwesta xwe dijî operasyonê nîşan dabû.