Ji Kremlînê daxuyaniya li ser 'Hevdîtina Erdogan û Esad'
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê îhtimala hevdîtina Erdogan û Esed a li Rûsyayê de daxuyanî da û got, "Dibe ku hevdîtineke wiha li Moskowayê were kirin."
Peskov derbarê îdiayên ku wê di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad de hevdîtin pêk bê de daxuyanî da.
Berdevkê Peskov diyar kir, heta niha di navbera Erdogan û Esad de ji bo hevdîtina li Rûsyayê lihevkirinek çênebûye, lê hevdîtineke bi vî rengî pêkan e.
Peskov ji çapemeniyê re axifî û li ser pirsa îhtîmala hevdîtina Erdogan û Esad li Rûsyayê jî wiha got, "Di teoriyê de hevdîtineke bi vî rengî pêkan e, lê di vê mijarê de lihevkirinek çênebûye."
Her çend di van demên dawîn de li herêmê rageşî zêde bûbe jî, bi erênînerîna Erdogan ya hevdîtina bi Esed re, ji herêmê dayîna daxuyaniyên di vî warî de destpê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin