Servîsên îstîxbaratê di têkiliyê de ne: Hevdîtina Erdogan-Esad di her kêliyê de dikare pêk were!
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku piştî destpêkirina şerê navxweyî di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esed de yekem hevdîtina rû bi rû her kêliyê dikare pêk were.
Di dema ku dengvedanên hevdîtina surprîz ya Esed û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskowê dewam dikin, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku herdu serokan li ser lûtkeya Serokomar Erdogan û Esed gotûbêj kirine.
Peskov herwiha got, piştî danûstandinan ti belge nehatine îmzekirin. Çavkaniyên ji paytextê diyar kirin ku hevdîtin di her kêliyê de dikare pêk were û Erdogan dikare hem bi Pûtîn û hem jî bi Esed re bicive.
"Îstixbaratê di meha dawî de 3 hevdîtin pêk anîn"
Li gor nûçeya rojnameya Tirkiyeyê; Hate hînbûn ku servîsên îstîxbaratê yên her du welatên ku pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dimeşînin di meha dawî de 3 hevdîtinên krîtîk pêk anîne.
Ligel van geşedanan, serdana taybet a Midûrê Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) Sergey Naryşkin bo Enqereyê bal kişand.
Hate gotin ku Naryşkin di derbarê lûtkeya Esad-Erdogan, diyarkirina roj û welat de bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re şêwirîn û ev hevdîtina krîtîk şeklê xwe yê dawî girtiye.
"Hevdîtin di her kêliyê de dikare pêk were"
Çavkaniyên Enqereyê diyar kirin ku dibe ku hevdîtin di her kêliyê de pêk were, her wiha diyar kirin ku hevdîtina Erdogan-Pûtîn a ku demekê hat paşxistin û di heman demê de hevdîtina Erdogan û Esad dikare pêk were.
Hat destnîşankirin ku dibe ku serokê Rûsyayê Pûtîn jî tevlî vê têkiliyê bibe. Di rojên ewil de bijardeya Iraqê ya der barê cihê hevdîtinê de hat rojevê, tê gotin ku Enqere li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê vebijêrka Deriyê Kesepê dinirxîne. Tê şîrovekirin ku pêvajo bi lez bi pêş ve diçe û her du serok wê herî dereng di meha Tebaxê de bi hev re wêneyan bikişînin.
Erdogan di van hefteyên dawî de gotibû ku dibe ku Esed li Tirkiyeyê bê mazûvanîkirin an jî civîn li welatekî sêyemîn bê lidarxistin. Iraqê jî pêşniyar kir ku hevdîtin li paytexta wan Bexdayê bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin