DYAyê li ser hevdîtina Erdogan û Blinken daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Antony Blinken kir û di hevdîtinê de mijarên “hevkariya bihêz a herêmî ya navbera Amerîka û Tirkiyê” û “piştgiriya proseya veguhestina siyasî li Sûriyê” hatin gotûbêjkirin.
Di derbarê hevdîtina Erdogan û Blinken de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezîr Blinken li ser hevkariya herêmî ya xurt a Amerîka-Tirkiyeyê û berjewendiyên me yên hevpar ên ji bo piştgirîkirina veguheztina siyasî ya ji bo hikûmeteke berpirsyar û berfireh a bi pêşengiya Sûriyeyê û xwedî milkê Sûriyeyê nîqaş kir."
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de pêwîstiya hemû aktorên li Rojava û Sûriyeyê bi rêzgirtina mafên mirovan, pabendbûna bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî û parastina sivîlan û endamên komên kêmnetewan hate nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Blinken bal kişand ser girîngiya alîkariya ji bo koçberên li Sûriyeyê û dewamkirina erka koalîsyona li dijî DAIŞê.
Hat destnîşankirin ku Wezîr Blinken di heman demê de li ser pêdiviya lezgîn a peymana agirbestê ya li Xezzeyê jî nêrînên xwe anîne ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin